JI DOSIYA ZIMANDESTÛR
Dabaşa yekemîn :
Li gor van hêmanên paşgir [im , î , e , in ] kijan wateya cihê xwe di zimandestûr de digre Paşkok [ MORFÊM ] an Pîşk [ KIREK ] 1 ?
Partek zimanperwerên me dibêjin evene [ PÎŞK ] in , û partek jî van [ PAŞKOK ] dijmêrin .
Belê berî her tiştî divê em nerîna xwe ber bi rûdayiyê bikin û pîroziyê ji ber çavê xwe bidûrxin , bê goman gotin mebesta xwe aşkere ye .
Pêşinde em dest bi wateya [ PÎŞK ] bikin , evên ku wê li gor nerîna xwe wisa binav dikin an dibersînin .
Em dikarin [ dikanin ] bibêjin ne dûr e ku wan ev wateya ji van hêmanên îngilîzî [ am . are . îs ] û veqetandekên wan [ was , were ] yên ku Îngilîz bi nav jê re dibêjin :
[ VERB TO BE ] werdigrin . Belê eger ku wisa dibînin de ka bila ew kanibin van hêmanan wek yên Îngilîzî veqetandekê jê re bikin , ango wek ku [ PÎŞK ] dixwaze wan bidin verêkirinê . Bêşwar ev axistina wê rêkê pêş wan bend bike .
Erê û li gor nerîna partê din ( 2 ) ew jî van hêmanan [ PAŞKOK ] dijmêrin çimku [ çima ku ] evene paş peyvê digrin ku peyv çi pironav û çi pîşkdêr be û bi dîv re çi navdêr û çi rengdêr be , nimûneyên xwe ev in : 1- Paş pironavan : Ez im an tu yî , ew e , em , hûn , ew / in .
2- Paş pîşkdêran : Ez diç im , tu diç î , ew diç e , em , hûn , ew / diç in . (3 )
3- Paş navdêran : Ez Ferhad im , tu ferhad î , ew Ferhad e , , em , hûn , ew / Ferhad in .
4- Paş rengdêran : Ez mirov im , tu mirov î , ew mirov e , em , hûn , ew / mirov in .
Di vêrê de ( 4 ) xuya bû ku têsiyên [ Formên ] van hêmanan paşkok in [ morfêm ] in .
Ew li gor pironav û navdêr û rengdêran wateya wan dikeve darêja dubarekirinê an sînorkirinê û li gor pîşkdêran [ di rewşa dema niha de ] ew darêja wan belû dikin , ango pîşkdêr bêyî van hêmanan serencam nabin .
Lew re ronakbû ku wateya wan di zimandestûr de [ Paşkok ] digre .
PEYVÊN NÎŞANBER :
1- Hin ziman-perwer ji vê peyvê re bi çewtî [ LÊKER ] nav lê dikin .
2- Mijar-nivîs jî ew yek ji vî partî ye .
3- Dûrxistuna paşkokan ji peyva pîşkdêrê tenê ew ji bona belûkirinê ye .
4- Div ê êrê de .
Dabaşa diwemîn :
Li gor peyva [ ÇANDE ] ev peyve ji ku de dest pê dike û çima navê xwe bi vî cureyî dihête lêvkirin ?
Pêşbersiva pirsyarê divê ev gotina be : Erê da ku wateyên peyvên me an têrmînên me yên zimên [ ziman ] di çî de bin , gerek e em baş lê bixwênin û tekez bikin ku çirûkî bi avahiya wan nakeve , belê .
Ev peyva ku nav wisa [ ÇANDE ] hate bersandin bê goman ew bingehek xwe he ye . li ser wê bingehê wê cihê xwe girt , û berî ku em nas bikin bingeha wê çiye divê em vî tiştî berçav bikin , ewe ev e : CUDAHIYA NAVBERA ÇAND Û ÇANDE .
Bêşwar peyva [ ÇAND ] wateya wê di zimandestûr de rewşa pîşka rabûrde rave dike çê nabe ev bibe navdêr an têrmîn , û [ ÇANDE ] li gor van nimûyên peyvan : şand e , xwende , gote , hêşte , riste , û peyk re bigre , evên ku wisa şûna van navên pîşkan digrin : şandin , xwendin , gotin , hêştin , ristin , û peyk re ta dawiyê , wateya xwe jî beramberî wan peyvên navkirî şûna navê pîşka [ ÇANDIN ] digre , û her weha ev navên [ PÎŞKAR ] jî ji vê çendê re dibin palpişt wek : Çandevan , xwendevan , ristevan û wekî din .
Di vêrê de mêlagbû ku peyva [ ÇANDE ] şûngira navê pîşka [ ÇANDIN ] rêkê pêş wateya peyva [ ÇAND ] ya di darêja pîşka [ rabûrde ] de digre û wê ji ser wateya [ ÇANDIN ] dadixe û nişist dike , bê eran bingeha navê [ ÇANDE ] aşkerebû û ji nu ve gerek e ti kes ji me ziman-perwer vê rastiyê ji bîr neke .
Dabaşa siyemîn :
LÊKER ev peyva ku di zimandestûr de hin ziman-perwerên me wê [ Pîşk ] dibersînin , ev navkirina wisa şaş e çê nabe PÎŞKAR an KIRAR şûna navê [ Pîşkê ] an [ kirekê ] bigre , erê wateya xwe ji vacê gelekî dûr e , çimku mebesta vê peyva [ LÊKER ] nemaze di ferhengê de ev e : [ 1- Ê ku lê dike an ava dike , avaker an avakar , 2- ê ku wek avê an wek kincekî li tiştekî dike , avlêker an kinclêker 3- ê ku lê bar dike , lêbarker , 4- ê ku dibarîne an dirijîne , rêjer ] .
Lew re pêwîst e ku şûna vê peyvê peyva [ PÎŞK ] an [ KIREK ] bihête karkirin .
Dabaşa çaremîn :
Li gor peyva [ BIRE SER ] evê di rewşa pîşka [ rabûrde ] de ev peyva [ navdêr ] nedihête jimartin û ketiye darêjek nependî ango baş nehatiye şirovekirin .
Lew re divê ev terîma ku wisa bi vî navî nuhujî bihête guhartin û li şûna wê terîmek din bigre ew ji vê ronaktir be û bi nerîna min gerek e ew yek ji van peyvan be : (1)- pîşkber , (2)- pîşkser , (3)- pîşkpêbûyî , (4)- pîşkpêketî , (5)- pêşklêbûyî , (6)- kirekber , (7)- kirekser , (8)- kirekpêbûyî , (9)- kireklêbûyî .
Dabaşa pêncemîn :
CUDAHIYA NAVBERA PEYVA WATEYA XWE NAVDÊR Û YA WATEYA XWE RENGDÊR Bê goman pir peyv wateyên xwe yên zimandestûr bi nav hev ketine û şaş dihêtin lêvkirin û ev yeka jî piraniya xwe di zaravê soranî de cih girtiye û nivîskarên zaravê kurmancî jî mixabin ew jî wisa di nivîsarên xwe de van şaşiyan bikar dihînin .
Belê berî ku em dest bi delameta gotina xwe bikin em dixwazin di vêrê de peyva wateya xwe NAVDÊR ji ya wateya xwe RENGDÊR cuda bikin :
Peyva ku wateya navdarkirinê dide ew jê re NAVDÊR dihête gotin , nimûne : Başmêr [ mêrê baş ] , ciwanmêr [ mêrê ciwan ] , çakmêr [ mêrê çak ] , P B .
Û peyva ku wateya rengdarkirinê dide ew jê re RENGDÊR dihêt e gotin , nimûne : mêrbaş [ mêr baş e ] , mêrciwan [ mêr ciwan e ] , mêrxas [ mêr xas e ] , li gor zaravê soranî wate destnîşanî NAVDÊR dike lê bi rastî eve şaş e .
Erê û gotina me îcar wê bête ser têrmîn û peyvên lêvkirinên xwe şaş .
Birayên soran wek vê gotinê di axaftinên xwe de bilêv dikin , [ xweş halim ] ev li gor wateya zimên wisa dihête mihandin [ fêmkirin ] : Hal bi xwe rewşa xwe dide xuyakirinê ne xwedanê ê ku vê axaftinê dike , ya rast ev e : Hal xweşim , ev rave dike ku xwedanê [ hal ] rewşa xwe dide xuyakirinê .
Emê beramberî vê gotina [ xweş hal ] ya soranî rewşek din jî berçav bikin da ku ev yeka baş ji me re aşkere bibe .
Peyvên ji wê re wek nimûne ev in : 1- Bilindkad , 2- pakrewan , 3- mezinmal , 4- xweşjiyan û peyk re bigre , wateya van her yek ev e : 1- kada bilind , 2- rewanê pak , 3- mala mezin , 4- jiyana xweş . xuya ye ku wate di vêrê de ji ya soranî hate cudakirin , ango gotin bi curekî din şirove bû .
Û navên têrmînkirî jî bê goman şaşiyên xwe he ne , jê nimûneyek ev peyva [ Rêziman ] ya soranî evê ku ti wateyê ji axaftinê re geş nake ji ber ku [ Rê ] navdêr e di partê arziyê de ye û [ ziman ] jî navdêr e lê ev xwedanê arziyê ye , lew re biyî ku girêkoka [ ya ] arzîdêr paş peyva [ Rê ] negre wisa bi vî teherî [ Riya ziman ] çê nabe [ Rêziman ] bihête gotin têrmîna rast divê [ Ziman rê ] be li gorî hêmanê têrmînên kurdî yên ku bi piranî peyva arzîdêr paş ya arzîdar digre lap wek vê peyva zimandestûr û wekî din .
Efrîn li 19 î – 10 - an – 2011
Ehmedê Îboyê Beko .