PEND Û MÎNOLOKÊN KURDÎ YÊN N ÛJEN
حكم وأمثال كردية معاصرة
=========
Ev mînoloka pêşîn bi awayekî çêrokî di darêja hevpeyvînê de dest pê dike boneya wê ser rojnamevaniya kurdî ye ewe ev e :
Min bi kurdî pirskir tu kî yî ? (Biyî ku ez zanibim ew kurd e) got : Ez rojname me .
rojname --! Tu bi çi ziman î dipeyîvî ? Got bi vî zimanî ku tu pê bi min re dipeyîvî .
Min got ez Kurd im ma tu jî Kurdî ? wê got : Belê ez jî wek te Kurd im . Tu Kurd î - - !
Tu keça kê yî ? Got : Te navê Miqdadê Midhet Bedirxan bihîstiye ? Belê min bihîstiye - -
Baş e û te navê Hawar jî bihîstiye ?Belê min ev nava jî bihîstiye -- Îca divê tu min nas bikî , ez keça wî me ez Hawar im .
Tu Hawar î tu keça Miqdadê Midhet Bedirxanî ? Belê - - Ha tu û bavê te hûn herdu ser serê min û ser herdu çavan .
Min ew hembêzkir , ez şa bûm û bi şabûna min re dilê min firiya ez li xwe mam - - û min bi xwe re got : Ato kiyê wî bigre û ji min re bihêne ? Dengê Hawar li guhê min ket min sekir dilê min bi banga wê re xwe bi hindirê sînga min xist û got : Mizgîn ji te re newroz haaaat - -
***************
Karwanek bindestan riya xwe berbe azadiyê bir , Bindestker nihêrî û sekir : Tiştek î di dest wî de xuya dibe û ew çavan lê dide û diçe …
Gava ku wî ew tişta naskir ku ewe Rojname ye çav diliyan ling ji ber hev çûn û bi ser kadê de axterme ket .
****************
Tabûrek leşkerê dijmin çekê xwe agir û hesin ew ji ber tabûrek dost çekê xwe kovar û rojname reviya .
*****************
Rojname û rûdayiyê bi hev re peyîvin . Rûdayiyê jê re got : Ez ji te zortir im , rojnamê got : Erê gava ku ez tine bim .
******************
Rojname diaxêve , rûdayî bêdeng dibe .
******************
Eger ku Rêber gel biçav dike û rêkê lê dinimîne , Rojname armanca wî bi cih dihêne .
*********************
Û HÊN WISA JÎ
Rêber rêkê li gel dinimîne , rojname daxwaziya wî dibişîne .
********************
Nanê daneyan di zik de dipişife û bi derve de diçe , û nanê rojnameyan di serî de cih digre û ronahiyê tê de peyda dike .
**********************
Û HÊN BI VÎ AWAYÎ JÎ
Nanê daneyan di zik de dipişife û nanê rojnameyan di serî de dimîne û ronahiyê dike .
******************
Rojname bû çira û ronahî li min da tarî reviya ez berçav bûm û min xwe naskir ku ez Kurd im , serhatiya min bindestî ye , hîngê ramana min geşbû û ji bo serbestiyê berxweda .
*******************
Min olname xwend mejiyê min tevizî ez bi xew ve çûm , û min rojname xwend ramana min geşbû ez agedar bûm .
********************
Warê ku ronahiya rojnamê tê de cih digre tariya nezanîtiye xwe jê dûr dixe .
*******************
Rojname roj e tava xwe li ku derê bide ewê tariya wê derê bikuje .
********************
(( Mijar berdewam e ))
Berxwedar bin
Û dem baş
Ehmedê Îboyê Beko
EFRÎN 4/2/2012