ÇáÝä æÇáËÞÇÝÉ æÇáÊÑÇË åæíÉ ÇáÔÚæÈ ... ÝáäÍÇÝÙ Úáì ÊÑÇËäÇ ÇáÝáßáæÑí ÇáßÑÏí ..... áãÊÇÈÚÉ ÂÛÇäí ÇáãáÇÍã ÇáßÑÏíÉ æÇáÊÑÇËíÉ ÇÖÛØ åäÇ  ::::   ÃÍÈÊí ÒæÇÑ ãæÞÚ ÊíÑíÌ ÚÝÑíä ..... ÞÑíÈÇð ÓíÚæÏ ÇáãæÞÚ Åáì äÔÇØå ÇáÓÇÈÞ . ::::   ÂÎÑ áÞØÇÊ ÈÚÏÓÉ ÊíÑíÌ ÚÝÑíä .... ÔÇåÏ ÇáÕæÑ  ::::    ÔÇåÏ ÇáÂä ßáíÈ ÊíÑíÌä ÚÝÑíä 4.... ÊíÑíÌ ÑæÌ ÂÝÇ - ÇáÌÒÁ ÇáÑÇÈÚ  ::::    ÇáæÏíÇä Ýí ãäØÞÉ ÚÝÑíä ... ÇÞÑà ÇáãÒíÏ  ::::    ÓíÇÍÉ ãä ÊÑÇËäÇ ÇáÔÚÈí ..... ÇáãÖÇÝÇÊ Ýí ãäØÞÉ ÚÝÑíä æÏæÑåÇ ÇáÇÌÊãÇÚí  ::::   ÃåáÇ Èßã Ýí ãæÞÚ ÊíÑíÌ ÚÝÑíä ....... Hûn bi xêr hatin :::: 
EN
Mon - 29 / Apr / 2024 - 5:54 am
 
 
http://www.tirejafrin.com/site/bayram.htm
ÇáÒÇæíÉ ÇáÃÏÈíÉ »
Bi navê Xwedayê Gewre û Mihirvan .... Xelek - 23
Ji Kaniyên Yezdaniyê Xelek - 23 Bi navê Xwedayê Gewre û Mihirvan Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) / wergera ji erebî: Mustefa Reşîd Ayîna Manewî (beşê çarem) Şêwazên Perestinê di Manewiyê da Di her ayînekê da - bi gelemperî - sê hêmanên bingehîn hene: 1 - Bawerî: Ev jî ji felsefeya baweriyê, ji nîgaşa xwedawendî, taybetmendiyên xwedayê wê ayînê û şêwazê peywendiyê di navbera Xweda û mirov da pêktê. 2 - Şêwazên perestinê: Ev jî dêlîndêzin (nimêj, rojî, hec, zekat û hwd.) ku ew ayîn li ser alîgirên xwe wek erk dibîne, daku Xweda ji wan razî be û di baweriyê bilind bibin heya bi radeyên here bala. 3 - Peywendiyên navbera mirovan: Ev jî ji rêzikên ku peywendiya navbera mirovên civakekê di warên civakî, siyasî û aborî da birêdixin pêktê. Peywendiya van rêzikan kîp bi baweriyê ra heye. Gelo şêwazên perestinê di Manewiyê da çawa bûn? Şêwazên perestinê di Manewiyê da: Wisa hatiye gotin ku Manî perestgeha xwe li Babil avakiriye û nav lêkiriye \"Perestgeha Ronahiyê\". Peresgehên Manewî li Meysan, Kerkûk, Ahwaz / Xozistan (piraniya wan herêmên Kurdên Lorin hên ji dema pêş bûyîna Îsa da), li Babil (nawenda Îraqê) û li Nînewayê (bakurê Îraqê) ne. Mirovên ayîna Manewî (Aĥbar ÃóÍúÈÇÑ, Şemasî, Aqilmend, Rastgo ÕöÏøíÞæä) alîgirên Manewiyê hînî şêweyê pêkanîna dêlîndêzên Manewiyê dikirin; ev dêlîndêz bi hevaltiya mûzîkê, lawij û sirûdên bi awazên xweş pêkdihatin. 1 - Nimêj: Nimêj di Manewiyê da dirûz ji xwedayê ronahiyê ra ne. Dirûz tenha doza xêrxwaziyê dikin. Yanê di nimêja Manewiyê da ti dirûz tinene ku doza lehnet û kavilkirina kesên din bikin. Yanê wek ku tê gotin: \"Ey Xweda gawir û nebawermendan têkbibe, dijminên te û dijminên ayînê, warên wan, samanê wan û zarokên wan bike para talanê ji Misilmanan ra\"; wek ku me ji îmamên mizgeftan di dawiya axaftina nimêja roja îniyê da her hefteyê dibihîst. Mirovê Manewî, pêş ku dest bi nimêjê bike, divêt avdestê bike; divêt rûyê xwe, herdu destên xwe, herdu pêyên xwe bi ava ku diherike bişo û veşo. Di pey ra pêşwaziya rojê bike, ew here sijûdê û di sijûda yekem da bêje: \"Pîroze, farqelîtê pêximberê ronahiyê rê şanî me kir û pîrozin feriştên wî yên parêzger û pîrozin leşkerên wî yên ronak\". Peyva \"Farqelît\" (bi latînî paracletus) têgîneka yûnanî ye tê maneya \"alîgir\" û di pirtûka \"Heyama Nû\"/Incîl da bi maneya \"Giyanê Al Qudus\" (Giyanê pîroz) hatiye [Încîla Joĥena, Eshah 14, ayet 26. Rêwîtiya tewrên pêximberî, eshah, 1, ayet, 8]. Û \"Giyanê Al Qudus\" (Giyanê Pîroz) di baweriya Kirîstiyaniyê da yek ji bercesteyên sêkoşeya xwedawendî ye (bav, kur, giyanê pîroz). Di Manewiyê da her rojê çar nimêj hene: Nimêja yekem nimêja hilhatina rojê ye, nimêja duwem nimêja paş nîvro ye, nimêja sêhem nimêja çûyîna rojê ye û nimêja çarem \"nimêja Beşîr/mizgîniê \"e, piştî çûyîna rojê bi sê saetane. Di her nimêjekê da 12 caran sejde tê dubarekirin. Ev ji bo Manewiyên asayî ye. Bi me ra derbas bû ku ji bo koma yên bijarte ãÎÊÇÑæä her rojê heft caran nimêj heye. 2 - Rojî: Rojî di Manewiyê da ewe ku ji berbangê heya bi çûyîna rojê xwarin û vexwarin tinebe. Bi me ra derbas bû ku koma yên bijarte divêt her hefteyê rojên yekşemb û duşembê rojiyê bigirin, lê Manewiyên din tenha roja yekşembê digirin. Manewî divêt her wisa meha nîsanê jî rojiyê bigirin. Wan bawer dikir ku ev meh meheka pîroze. Ji ber ku di vê mehê da Manî hate xaçkirin, dest û pêyên wî hatin jêkirin, laşê wî hate sohtandin û xweliya wî hate berbakirin; ew hilkişiya asîman; mîna pêximber Îsa. Meha rojiyê bi xêrata rojîvekirinê bi dawî dibe. 3 - Hec: Hec serdana warekî pîroze bi armanca paydarkirinê ye. Manewî diçûn ser gora Manî li bajarê Tîsfûnê (Al Medayin li başûr rojhilata Bexdadê); ew vî bajarî pîroz dibînin ji ber ku gora Manî li wire û jêra \"Selman Pak\" têgotin, yanê \"Selmanê pak\". Bi herhal jî ev nav li gor sehabî \"Selmanê Farisî\" lêkirine, ewê ku rêveberiya leşkerê erebî kir, bajarê Medayin dorpêç û dagîr kirin. 4 - Zekat: Zekat rajeyeka ji dayîna diravê ye ku her bawermendek salê carekê dide, daku Xweda samanê wî bi bereket bike. Ji kesê Manewî dihate xwastin ku dehaneyekê (ji dehan yek) ji samanê xwe bide oldarên xwe; ji bilî xêratên berdewam ku ji wan û zarokên wan belaya Îblîsan bi dûr dixin. 5 - Têkoşîn: Têkoşîn (Jihad) ewe ku mirov ji bo armancekê têbikoşe. Di Manewiyê da tê maneya ku mirov têbikoşe bi awayekî aştiyane kesên ne ji ayîna Manewî bîne ser rêya wergirtina vê ayînê. Koma Rastgoyan (yek ji komên bijarte ye) bi vê erkê radibe. Lê belê, cîhada bi maneya talan û kuştinê di Manewiyê da bend û qedexe ye. Bi me ra derbas bû ku Manewî têkoşîna bi darê zorê ji bo guhartina ayînî û civakî rast nabînin û, şêwazê aştiyane yek bi bingehên baweriya Manewî ye. Tiştê balkêş ewe ku şêwazên perestinê di Manewî, Zerdeştî, Mendayî (Sabiye ÕÇÈÆÉ ) û Îslametiyê da li hev diçin (dişibihin hev). Di Zerdeştiyê da pênc demên nimêjê hene: Berbang, nîvroj, paşnîvroj, êvar û nîvşev. Lê belê Zerdeştî pir doza rojiyê nake. Bi taybetî jî kesên ku di karên çandiniyê da dixebitin, digotin ne pêwîste rojiyê bigirin, daku hêza wan lawaz nebe. Di Medayiyê da jî demên nimêjê pêncin. Li gor gotûbêjeka din sê demin. Yên nimêjkar cil û bergên xawên û paqij li xwe dike û divêt bê kewş û pêlav be. Pêş nimêjê divêt avdestê bike. Di nimêja Mendayiyan da xwe xwarkirin û rûniştina ser erdê heye û bê sijûde. Erke ku salê mehekê rojiyê bigirin, herin hecê û zekat jî bidin. Wek tê zanîn di Îslametiyê da jî nimêj pênc caran tê kirin, bi xwe xwarkirin û sijûde. Rojî meha remezanê tê girtin, zekat tê dayîn û hec jî heye. Cîhad jî bi herdu şêwazên xwe heye, bi aştiyane û bi şer. Yekşem, 27.03.2016

åá ÊÑÛÈ Ýí ÇáÊÚáíÞ Úáì ÇáãæÖæÚ ¿

ÅÓãß :
ÇáãÏíäÉ :
ÚäæÇä ÇáÊÚáíÞ :
ÇáÊÚáíÞ :


 
 |    ãÔÇåÏÉ  ( 1 )   | 
http://www.tirejafrin.com/index.php?page=category&category_id=204&lang=ar&lang=ar