ÇáÝä æÇáËÞÇÝÉ æÇáÊÑÇË åæíÉ ÇáÔÚæÈ ... ÝáäÍÇÝÙ Úáì ÊÑÇËäÇ ÇáÝáßáæÑí ÇáßÑÏí ..... áãÊÇÈÚÉ ÂÛÇäí ÇáãáÇÍã ÇáßÑÏíÉ æÇáÊÑÇËíÉ ÇÖÛØ åäÇ  ::::   ÃÍÈÊí ÒæÇÑ ãæÞÚ ÊíÑíÌ ÚÝÑíä ..... ÞÑíÈÇð ÓíÚæÏ ÇáãæÞÚ Åáì äÔÇØå ÇáÓÇÈÞ . ::::   ÂÎÑ áÞØÇÊ ÈÚÏÓÉ ÊíÑíÌ ÚÝÑíä .... ÔÇåÏ ÇáÕæÑ  ::::    ÔÇåÏ ÇáÂä ßáíÈ ÊíÑíÌä ÚÝÑíä 4.... ÊíÑíÌ ÑæÌ ÂÝÇ - ÇáÌÒÁ ÇáÑÇÈÚ  ::::    ÇáæÏíÇä Ýí ãäØÞÉ ÚÝÑíä ... ÇÞÑà ÇáãÒíÏ  ::::    ÓíÇÍÉ ãä ÊÑÇËäÇ ÇáÔÚÈí ..... ÇáãÖÇÝÇÊ Ýí ãäØÞÉ ÚÝÑíä æÏæÑåÇ ÇáÇÌÊãÇÚí  ::::   ÃåáÇ Èßã Ýí ãæÞÚ ÊíÑíÌ ÚÝÑíä ....... Hûn bi xêr hatin :::: 
EN
Mon - 29 / Apr / 2024 - 6:32 am
 
 
http://www.tirejafrin.com/site/m-kamel.htm
ÇáÒÇæíÉ ÇáÃÏÈíÉ »
Perçiqandina Manewiyan di serdema Îslamî da
Ji Kaniyên Yezdaniyê Xelek - 24 Bi navê Xwedayê Gewre û Mihirvan Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) \\ wergera ji erebî: Mustefa Reşîd Ayîna Manewî (beşê pêncem) Perçiqandina Manewiyan di serdema Îslamî da Tawanbariya gawirbûnê: Di her ayînekê da hin peyv û têgîn hene ku li gor baweriya wê ne. Wisa jî di Îslametiyê da, hin têgînên erênî hene, wek (mu\'min, muslim, teqî, weliyu-Ellah û hwd.) û hinên din jî neyînî ne wek (kafir, muşrik, fasiq, đal, minafiq, zendîq û hwd.). Peyva \"zendîq\" di kelepora Zerdeştî da hatiye. Gotûbêjek heye dibêje ku du pirtûk pêximber Zerdeşt hebûne. Yekem \"Avesta\" ye û ya duwem jî şîrovekirina pirtûka yekeme, navê wê \"Zend Avesta\" ye. Li gor gotûbêjeka din, di pirtûka \"Zend Avesta\" da hemû şîroveyên ku di dema Sasanî da hatinibûn tomarkirin, hatine bicihkirin. Ew zerdeştiyên ku girîngiyê didin vê pirtûkê bi navê \"zendik\", yanê alîgirên \"Zend Avesta\" hatine naskirin. Ev gotina \"zendik\" ji kelepora zerdeştî derbas kelepora îslamî bûye û bi şêwazê \"zindîq\", lê belê bi maneya \"fasiq, muşrik, kafir û hwd.\" hatiye bikaranîn . Di heyama Ebbasî yekem da, dawereka siyasî dane ser dawera ayînî ya peyva \"zindîq\" û ev nav avêtin ser her kesê ku dijberê Dewleta Ebbasî bû. Hîngê çarenûsa kesê ku bi \"zindîq\" dihate tawanbarkirin êdî kuştin, zîndankirin û îşkencekirin bû; bi taybetî jî alîgirên ayînên ariyanî. Ji jêderên erebî wisa tê fêhmkirin ku tawanbariya \"zindîq, zendeqe\" bi gelemperî davêtin ser Manewiyan. Di wan jêderan da Manî bi navê \"Maniyê Zindîq\" hatiye binavkirin. Ev tê wê maneyê ku Manewî wek metirsiyek li ser Dewleta Ebbasî di warên ayînî û siyasî da dihatin dîtin; ew bi firehiya zanîna xwe û bi rawestana sext li ser baweriya xwe navdar bûn. Dîwana zendîqan: Xelîfeyê Ebbasî yê sêhem El Mehdî \"Dîwana Zendîqan\" bi taybetî ji bo perçiqandina dijberiya ayînî damezirand. Di warê rêveberiyê da peyva \"dîwan\" dihate maneya \"wezaret\". Ev sazî ji aliyê armancên xwe û şêwazê liv û tevger xwe va dişibihe \"dadegehên lêgerînê\" ku li hin welatên Ewropayê di sedsalên navîn da ji bo perçiqandina dijberên ayîn û olê hatin avakirin. Piraniya kesên ku bûn qurbaniyên \"Dîwana Zendîqan\" Manewî bûn. Xelîfeyê Ebbasî sêhem El Mehdî bi xwe çavdêriya perçiqandina Manewiyan dikir. Di sala 163-ê goçî da \"çemê Feart derbas kir û çû Helebê. Dema li Helebê bû, şande pey zendîqên wê herêmê û hemî civandin. Dema civiyan, hemû kuştin û pirtûkên wan bi kêran hûrkirin\" . Dîroknas El Tabarî ÇáØøóÈóÑí gotiye: \"El Mehdî agahdar kirin ku Muhemed kurê wezîrê wî Ebu Ubeydullah bin Yesar MuawiyeÃÈæ ÚõÈóíÏ Çááå ãõÚÇæöíóÉ Èä íóÓÇÑ [Faris bû] zendiqiye (yanê bûye zendîq). Ferman da ku wî bînin, bavê wî jî anî û jêra got: Ey Muhemed ka bixwîne (yanê Qur\'anê bixwîne). Wî nikarîbû titişt ji Qur\'anê bixwanda. Hîngê ji bavê wî ra got: Ma ne te ji min ra gotibû ku kurê te hînî Qur\'anê dibe. Got: Belê. Lê ev bû çend sal ji ba min çûye û ji bîr kiriye. Rabû got: De rabe, bi xwîna wî nêzî Xweda bibe (yanê wî bikuje). Ebo Ubeydullah rabû, vepekiya, hiş jê çû û kete xwar. Hîngê Ebbas bin Muhemed, apê El Mehdî, got: Baştire ku tu şêx ji kuştina kurê wî bibexşînî, bila kesekî din bi vî karî rabe. El Mehdî ferman da hin kesên ku li wir amade bûn û li pêş bavê wî seriyê wî biřîn\" . Dîsa El Tabarî ÇáØøóÈóÑí gotiye: Rojekê zendîqekî Manewî anîn ba xelîfe El Mehdî û jêra gotin: Tobe bike! Wî nexwast tobe bike. Rabû li stûyê wî xistin û ew xaçkirin, û paşê ji kurê xwe Mûsa El Hadî ra got: \"Heger ferman kete destê te (yanê tu bûyî xelîfe), bide pey van çeteyan (yanê alîgirên Manî). Ev komek mirovin, ji derva da xelkê vedixwînin rêya baş, ku gunehan nekin, herdem perestina xweda bikin û karên baş ji bo axretê bikin. Di pey ra xwarina goşt heram dikin...û ku ew mêş û kêzikan jî nekujin. Di pey ra mirovan dajon perestina du tiştan: yek ronahî ye û ya din tarîtî ye. Piştî wê mehirkirina xwîşkan li biran û ya keçan li bavan helal dikin, xwe bi mizê dişon, zarokan ji serê rêyan didizin... divêt tu van xaç bikî û şûr bidî ser stûyê wan (yanê wan bikuijî), bi kuştina van xwe ji Xweda va nêzîk bike. Min bavpîrê te Ebbas di xewnê da dît, du şûr dane dest min û ferman da min ku ez nasên bi du xwedayan bawerdikin (Manewiyan) bikujim\" . Gelek diyare ku sûc û tawanên pir giran bi Manewiyan va dizeliqandin ku ew xwîşkan li biran û keçan li bavan helal dikin, ku ew xwe bi mîzê dişon, zarokan didizin. Ev hemû tawanbarî bi armanca çepelkirin û reşkirina nav û dengê wan û helalkirina kuştina wan bû. Dema ku El Hadî xîlafetî wergirt, weseka bavê xwe yek bi yek anî cih, ferman da ku hezar stûnî ji bo xaçkirina Manewiyan amade bikin û got: \"Heger ez sax mam, ezê vê komê (Manewiyan) hemiyan bikujim, heya ku çavek ji wan dinêre, ji wan nemîne (yanê ez kesekî ji wan nahêlim)\". Lê belê, ew pêş wê mir . Xelîfeyê Ebbasî yê heftem, Me\'mûn ÇáãóÃúãæä kurê Harûn El Raşîd, bi hezkirina zanistiyê gelek navdar bû, û xwedêgiravî ji çandên din ra vekirî bû. Lê belê, ew jî li ser şopa pêşiyên xwe di perçiqandina Manewiyan da bi tawanbariya zendeqebûnê çû. Ji bo wan, dadegeh dan damezrandin. Rojekê ji rojan ew agahdar kirin ku deh zendîq li Besrayê (li başûrê Iraqê) hene û ew Manewî ne. Rabû ferman da ku wan bînin ba wî. Dema gihîştin Beẍdadê, yek bi yek anîn koşka wî. Ji her yekî ji wan li ser ola wî dipirsî û ji wan ra digot ku ew xwe ji ola Manî bişon û wêneyê Manî şanî wan dida; ji wan dixwast ku ew tif ser wî bikin. Dema ku nepejirandin, fermana kuştina wan da . Bi giştî, dîroka Manewiyan dîroka perçiqandin û îşkencekirinê bû. Dewleta Sasanî ya Zerdeştî ew perçiqandin, Dewleta Bîzantî ya Kirîstiyanî ew perçiqandin û Dewleta Xîlafeta Îslamî jî ew perçiqandin. Bi hezaran Manewî bûn qurbanên fermanên \"Dîwana Zendîqan\" û nifşek li pey nifşê din êdî neçar man ku Îslametiyê wergirin daku xwe ji kuştinê biparêzin; û wisa ayînek ji ayînên cîhanî yên mezin ji holê hate rakirin. Yekşem, 27.03.2016 Jêder - Hanna Aboud, Mîtologiya cîhanî, rûpel 214. Abdullah Al Abadani, dîroka ayîna Zerdeştî, rûpel 61. - Al Maqdisi, destpêk û dîrok, 3/157. Ibin Al Asir, Al Kamel fi Tarîx, 1/355. - Ibin Al Asir, Al Kamel fi Tarîx, 6/60 - Al Tabari, Tarix Al Tabari, 8/139. - Al Tabari, Tarix Al Tabari, 8/220. - Al Tabari, Tarix Al Tabari, 8/220. - Al Mas\'udi, Muruj Al zahab, 3/332.

åá ÊÑÛÈ Ýí ÇáÊÚáíÞ Úáì ÇáãæÖæÚ ¿

ÅÓãß :
ÇáãÏíäÉ :
ÚäæÇä ÇáÊÚáíÞ :
ÇáÊÚáíÞ :


 
 |    ãÔÇåÏÉ  ( 1 )   | 
http://www.tirejafrin.com/index.php?page=category&category_id=204&lang=ar&lang=ar