ÇáÝä æÇáËÞÇÝÉ æÇáÊÑÇË åæíÉ ÇáÔÚæÈ ... ÝáäÍÇÝÙ Úáì ÊÑÇËäÇ ÇáÝáßáæÑí ÇáßÑÏí ..... áãÊÇÈÚÉ ÂÛÇäí ÇáãáÇÍã ÇáßÑÏíÉ æÇáÊÑÇËíÉ ÇÖÛØ åäÇ  ::::   ÃÍÈÊí ÒæÇÑ ãæÞÚ ÊíÑíÌ ÚÝÑíä ..... ÞÑíÈÇð ÓíÚæÏ ÇáãæÞÚ Åáì äÔÇØå ÇáÓÇÈÞ . ::::   ÂÎÑ áÞØÇÊ ÈÚÏÓÉ ÊíÑíÌ ÚÝÑíä .... ÔÇåÏ ÇáÕæÑ  ::::    ÔÇåÏ ÇáÂä ßáíÈ ÊíÑíÌä ÚÝÑíä 4.... ÊíÑíÌ ÑæÌ ÂÝÇ - ÇáÌÒÁ ÇáÑÇÈÚ  ::::    ÇáæÏíÇä Ýí ãäØÞÉ ÚÝÑíä ... ÇÞÑà ÇáãÒíÏ  ::::    ÓíÇÍÉ ãä ÊÑÇËäÇ ÇáÔÚÈí ..... ÇáãÖÇÝÇÊ Ýí ãäØÞÉ ÚÝÑíä æÏæÑåÇ ÇáÇÌÊãÇÚí  ::::   ÃåáÇ Èßã Ýí ãæÞÚ ÊíÑíÌ ÚÝÑíä ....... Hûn bi xêr hatin :::: 
EN
Sun - 28 / Apr / 2024 - 4:01 am
 
 
http://www.tirejafrin.com/site/bayram.htm
ÇáÒÇæíÉ ÇáÃÏÈíÉ »
Xelekên Gotaran: Kurd û Dagîrker - Xelek 18
Xelekên Gotaran: Kurd û Dagîrker / Xelek 18 wergera ji erebî: Mustefa Reşîd / Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) Nêçîrvanê Turk Davutoglu.. Kurd jî Nêçîr (beşê duwem) Geřek di Ramana Davutoglu ya Siyasî da Serokwezîrê Turkiyê Ehmet Davutoglu turkekî resene, ew mirovekî naskirî ye û ne wek serokê Turkiyê Erdogane ku ew xwe Turk dibîne, lê bi koka xwe Gurcî ye. Çavên Davutoglu yên biçûk û bejna wî ya kinik ji taybetmendiyên nijadê Turke; wek ku nivîskarê Turk Eziz Nesin di pirtûka xwe \"Rêya Yekane\" da dibêje. Ehmet Davutoglu ji bajarê Qoniyayê ye, li rojavayê Anatolyayê. Helbet, Qoniya ji bo bîreweriya turkî warekî girînge, ew paytextê kelepora wane, paytextê sultanên Turk yê Selcoqî ye. Heger ne ji Selcoqiyan bûya, Dewleta Osmanî pêknedihat û ne jî wê niha Turkiya hebûya. Ehmet Davutoglu nimayendeyê siyasetmedarên osmanî yên kevnare; ew nefsbiçûk tê xuyakirin, xwediyê rûyekî li kene. Peyvên hatine hilbijartin û bala wî pir li ser wê yekê ye ku di axaftinên xwe yên gelêrî da di navbera axaftina aqilmendî û axaftina navtêdan û germkirina cemawer da here û were û bi hev ra bisengîne. Ew xwe bu huner dike dostê kesên din; bi vajayî şêwazê quretî û pozbilindiyê ku bi gelemperî di kesayetiya serokkomar Erdogan da xuyaye. Belê, raste ku Erdogan û Davutoglu herdu vedigerin ser nasnameya îslamî osmanî. Lê belê, rewşa xizan ya malbata Erdogan, ew ber bi wê yekê va ajot ku di dibistanên ayînî yên Îmam Xetîb da hîn bibe, pêş ku têkeve fakulteya aborî û karmendiyê. Yanê ew di bingehê da wisa hate amadekirin ku \"xoce\" be, hem îmamtiyê û hem jî axaftinên li ser menberên mizgeftan baş pêkbîne. Lê belê Davutoglu lîse di dibistana bilind ya almanî navneteweyî da standiye û karê doktorayê di warê zanistiya siyasî û peywendiyên navneteweyî da pêşkêş kiriye; ew li tenişt zimanê xweyî turkî, bi zimanên înglîzî, almanî, erebî û malîzî baş diaxive. Davutoglu mirovekî akademîsyene, li çend zanîngehan xwandiye û hin berhemên wî jî hene. Ew rewşenbîreke û dîtina wî di warên dîrok, ayîn, felsefe, wêje, civaknasî, erdnîgarî û siyasî da firehe. Ew hêjayî leẍema \"ramandarê strategî\" ye. Ew peywendiyên geo-çandî, geo-siyasî û geo-aborî di dîroka gelan da baş ji hev dike der. Lêkolînên wî, ramadarê amerîkî Fukuyama, wediyê pirtûka \"Dawiya dîrokê û dawiya mirovatiyê\" û ramandarê strategî amerîkî Huntington, xwediya pirtûka \"Dijberiya şaristaniyan\" tîne bîra mirov. Davutoglu ji teorîsiyanên pirojeya \"Osmaniya Nû\" ye. Wî bi awayekî kûr peywendiya kîp di navbera Îslametî û ramana siyasî osmanî da xwandiye. Ew bawer dike ku ramana yekîtiya îslamî çeka here bi hîkar û bandore li hember desthilatdariya rojavayî. Û bawer dike ku kelepora turkî osmanî li rojhilata navîn û cihê wêyî geo-strategî dike ku ew di deriyên çandî, ragihandinî û aborî ra dîsa vegere ser serdema rêveberiya gelên misilman. Di dema xwe da, sultanê osmanî Ebdulhemîdê Duwem di rûyê hêzên ewropayî û qeyseriya rûsî da durişma \"Misilmanên cîhanê bibin yek!\" hildabû. Dvutoglu hên jî bi rastiya vê durişmê bawere. Ew bawer dike, daku Turkiya di warê siyaseta navneteweyî da bi bandor be, divêt pêş wê di asta siyaseta rojhilata navîn da bi bandor be; ew bawer dike ku ramana yekîtiya îslamî wek pirekê ye ku Turkiya di ser wê ra derbas payedariyê bibe. Ji nivîsên Davutoglu tê fêhmkirin ku vegera Turkiyayê ser girêdana wê bi rahên wê yên îslamî ra çarenûsa wê ye. Wî gotiye ku heyanî hêzên Îttîhad û Tereqî yên layîk yên ku Selteneta Osmanî Ayînî hilweşandin û Komara Turkî layîk li ser kavilê wê avakirin, ramana yekîtiya îslamî wek taktîk li dijî hêzên dijminane mezin yên Turkiyayê bi karanîn. Davutoglu di nivîsên xwe da pir li ser grîngiya nasnameya îslamî radiweste; ew dibîne ku ev nasname hevgirêdanên yekîtiyê di navbera gelên îslamî da, yên ji neteweyên cuda, xurt dike û ku ev çeka here başe li dijî tevgerên neteweyî yên perçekar. Bi temamî ev raman bixwe ji bo me girînge. Ji ber ku di çarçew û tara gelemperkirina \"nasnameya îslamî\" da li ser hesabê \"nasnameya neteweyî\" nêçîrvanê Turk daf û xefikan li ber nêçîra xwe (li ber Kurdan) vedigire. Gelo çawa? Bersiv di xeleka dahatî da. Şembî, 16.04.2016

åá ÊÑÛÈ Ýí ÇáÊÚáíÞ Úáì ÇáãæÖæÚ ¿

ÅÓãß :
ÇáãÏíäÉ :
ÚäæÇä ÇáÊÚáíÞ :
ÇáÊÚáíÞ :


 
 |    ãÔÇåÏÉ  ( 1 )   | 
http://www.tirejafrin.com/index.php?page=category&category_id=204&lang=ar&lang=ar