الفن والثقافة والتراث هوية الشعوب ... فلنحافظ على تراثنا الفلكلوري الكردي ..... لمتابعة آغاني الملاحم الكردية والتراثية اضغط هنا  ::::   أحبتي زوار موقع تيريج عفرين ..... قريباً سيعود الموقع إلى نشاطه السابق . ::::   آخر لقطات بعدسة تيريج عفرين .... شاهد الصور  ::::    شاهد الآن كليب تيريجن عفرين 4.... تيريج روج آفا - الجزء الرابع  ::::    الوديان في منطقة عفرين ... اقرأ المزيد  ::::    سياحة من تراثنا الشعبي ..... المضافات في منطقة عفرين ودورها الاجتماعي  ::::   أهلا بكم في موقع تيريج عفرين ....... Hûn bi xêr hatin :::: 
EN
Thu - 18 / Apr / 2024 - 4:07 am
 
 
http://www.tirejafrin.com/site/bayram.htm
الزاوية الأدبية »
Ji bo kurê min yê ku hîn nebû ye

Ji bo kurê min yê ku hîn nebû ye
Cedan Cedan
Wergêr: Heyder Omer
=================
Tê rojekê bibî (were dinyayê) û mezin bibî, hîngê tuyê komên qirêjên şaşîtiyên bavê xwe bibînî.
Temiya min ji te kurê min: Divê tu rêza kenên zarokên  di hembêza dayan de, dengê karikan, gava ji axûran derdikevin, û hilata tavê dema sibehê, û kulîlkên zeviyan  bigirî û hejê bikî.
Her tiştê ciwan hejê bike kurê min, û bizanibe, ku zeviyek li ser rûwê xakê her namîne, lê paleyek her dem xwe nû dike heye, û derûnên (kesên) şerxwaz didanên hesinî tûj ji dasan re çê dikin, û agirê, ku serên mirovan pale dike, dadidin.
Bizanibe kurê min: Rojhelata me heya çenan di nirxan wer bû ye, lê wan nirxan dixe şûna alavên nêçîra derûnên bê guneh, û hestên nazik û nirxên comerd wek mertalan, ji bo bidestxistina nêçîra biha, dixebitîne.
Bizanibe kurê min: Her kesê ku xortaniya xwe ji bo bêkêriyê û beredayîyê wenda bike, di pîriya xwe de tenê tehliyê û bêhêviyê diçine, û her kesê xortaniya xwe bê sîstem û di dudiliyê re derbas dike, dê her bê tebat bijî.
Kurê min yê ku hîn nebû ye! Wendabûna ramanî derdekî giran e, divê mirov dawîyê lê bîne, û dudilî jî derdek e, dê jiyana te bike dojeh. Vê lomê divê tu heş û zanîn û hêviyan wek ronahî bi dest xwe xînî, û her hewl bide, ku tu giyanê aferînê di mejiyê xwe de pêk bînî. Herikîna çem ji xwe re nimûneya bilind werbigir; çem her diherike, û ava wê jî gava herikînê her nû dibe, li derdora wê  xak şên û kesk dibe, û kulîlk dipişkivin.
Kurê min! Divê zagonên me ji nirxên me yên resen û damar kûr berdane, werin wergirtin.
 Rastî ji sûdeya demdemî payebilindtir e, divê di riya hezkirin û toleransiyê û dilpaqijiyê re were belavkirin, ne di riya gefguran û kotekiyê û xweperestiyê û koletiyê re.
Rastî, kurê min, mîna ronahiya tavê ye, her kesek wê dinase û dizane, lê eger ew li gor demê û cîgehan tê guhertin,  xwediyên berjewendiyên tekekesî wê erzan dikin. Guhertina rastiyê demdemî ye ne resenî (gewherî) ye, eger ne weha be, dê mirovatiyê nikarîba bigihêşta rastiyên tevayî, yên di navbera her kesan de hevbeş in.
Dem hatiye, kurê min, da em ji kaniya zelal, ya ku rêberên ramanê û mezinên hizrê li seranserî deman û şûnan jê vexwarine, û di riya maf û xêr û aferînê re çûne, vexwin.
Jiyan zanîn û kar û hêviya, ku her nû dibe ye, şop û wergirtin û pend û karê her tim ji bo duristkirina niho ye.
Temiya min ji te, kurê min, her du rewayên ser vê xakê destan jê ber nedî: Milet û welatê te, bi wan her duwan tê di rûpelên demê (dîrok) de herhe bimînî. Bila haya te ji te û sergrmiya destlat hebe; piçek cefayê rêxistinî (organîzekirî) şûna piraniya coşa belawela distîne. Her weha hişmendiya xwenas ji piraniya jêhatîbûna belawela çêtir e.
Jiyan şanowek e, ya çêtir ew e,ku tu paş perdeyê nebînî, eger tu bibînî, dê tu bibî qurban yan jî bibî derhêner.

Eger tu bûyî hevalriyê kesekî, hemî warên wî yên erenî û neyênî bizanibe, û pêre here, ji ber ku nikare te bêşîne û zîyanê bighîne te, eger te dît, ku dixwaze ziyanê bighîne te, tuyê bi hêsanî wî gêrkî, lê eger tu hundirê (derûna) wî nizanibe, tuyê ji bo wî gepekî hêsan bî.
Çêtirînên êdyologiyan, kurê min, ewa ye, ya ku ji hişên me yên şiyar û xweser der dibe, û reseniya me diderbirîne, û bi taybetiyên me re li hev tê, û rehên wê, yên kûr, li hewce û daxwaz û meremên me dibanin.
Ê dî bi xatirê te kurê min, yê ku ji paş tilsiman de tê.. Mirina min nêzîk bû ye.. Tuyê peyvên min bixwînî, bi wan re rû bi rû bibî, û bêhnteng bibî, di pey re jî hino-hino hêdî bibî.
Bavê te yê, ku rojekê, xwe li hember erzanan danenî.
                       *****                  ****                     *****
*Cedan Cedan nivîsevanekî Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye, ji gundê Maseka herema Çiyayê Kurmênc e. Bi zimanê erebî dinivisîne, gelek gotarên wî di rojname û kovarên erebî de hatine weşandin, pirtûkek wî çap bûye, û wek haya min jê heye, du romanên wî ji bo çapê amade ne. Piraniya nivîs û gotarên wî hizrî ramanî ne. Ev yekemîn gotara wî ye ku bo kurdî tê wergerandin.

Wergêr: Heyder Omer
Heyder52@hotmail.de
Taunusweg 12
30851 Langenhagen
Deutschland

18/6/2012


تعليقات حول الموضوع

memo- efrin | spas
wergerandineke pir giran e, ez bawer dikim ên ku kanibin bixwî nin û têbigihên pir hindik in.. spas ji bo herdu mamosteyan: nivîskar û wergêr..
17:15:13 , 2012/06/27

حمودة عاشق الاميرة | أعجاب
شكرا أستاذ جعدان أهنئك على هذا السان الفصيح والجميل
16:15:05 , 2012/06/19



هل ترغب في التعليق على الموضوع ؟

إسمك :
المدينة :
عنوان التعليق :
التعليق :


 
 |    مشاهدة  ( 1 )   | 
http://www.tirejafrin.com/index.php?page=category&category_id=204&lang=ar&lang=ar