الفن والثقافة والتراث هوية الشعوب ... فلنحافظ على تراثنا الفلكلوري الكردي ..... لمتابعة آغاني الملاحم الكردية والتراثية اضغط هنا  ::::   أحبتي زوار موقع تيريج عفرين ..... قريباً سيعود الموقع إلى نشاطه السابق . ::::   آخر لقطات بعدسة تيريج عفرين .... شاهد الصور  ::::    شاهد الآن كليب تيريجن عفرين 4.... تيريج روج آفا - الجزء الرابع  ::::    الوديان في منطقة عفرين ... اقرأ المزيد  ::::    سياحة من تراثنا الشعبي ..... المضافات في منطقة عفرين ودورها الاجتماعي  ::::   أهلا بكم في موقع تيريج عفرين ....... Hûn bi xêr hatin :::: 
EN
Fri - 29 / Mar / 2024 - 10:49 am
 
 
http://www.tirejafrin.com/site/bayram.htm
الزاوية الأدبية »
من ملف القواعد / JI DOSIYA ZIMANDESTÛR

JI DOSIYA ZIMANDESTÛR

Dabaşa yekemîn :
Li gor van hêmanên paşgir [im , î , e , in ] kijan wateya cihê xwe di zimandestûr de digre Paşkok [ MORFÊM ] an Pîşk [ KIREK ] 1 ?
Partek zimanperwerên me dibêjin evene [ PÎŞK ] in , û partek jî van [ PAŞKOK ] dijmêrin .
Belê berî her tiştî divê em nerîna xwe ber bi rûdayiyê bikin û pîroziyê ji ber çavê xwe bidûrxin , bê goman gotin mebesta xwe aşkere  ye .
Pêşinde em dest bi wateya [ PÎŞK ] bikin , evên ku wê li gor nerîna xwe wisa binav dikin an dibersînin  .
Em dikarin [ dikanin ] bibêjin ne dûr e ku wan ev wateya ji van hêmanên îngilîzî [ am . are . îs ] û veqetandekên wan [ was , were ] yên ku Îngilîz bi nav jê re dibêjin :
[ VERB TO BE ] werdigrin . Belê eger ku wisa dibînin de ka bila ew kanibin van hêmanan wek yên Îngilîzî veqetandekê jê re bikin  , ango wek ku [ PÎŞK ] dixwaze wan bidin verêkirinê . Bêşwar ev axistina wê rêkê pêş wan bend bike .
Erê û li gor nerîna partê din ( 2 ) ew jî van hêmanan [ PAŞKOK ] dijmêrin çimku [ çima ku ] evene paş peyvê digrin ku peyv çi pironav û çi pîşkdêr be û bi dîv re çi navdêr û çi rengdêr be , nimûneyên xwe ev in : 1- Paş pironavan : Ez  im an tu yî , ew e , em , hûn , ew / in .
2- Paş pîşkdêran : Ez diç im , tu diç î , ew diç e , em , hûn , ew / diç in  . (3 )
3- Paş navdêran : Ez Ferhad im , tu ferhad î , ew Ferhad e , , em , hûn , ew / Ferhad in .
4- Paş rengdêran : Ez mirov im , tu mirov î , ew mirov e , em , hûn , ew / mirov in .
Di vêrê de ( 4 ) xuya bû ku têsiyên [ Formên ] van hêmanan paşkok in [ morfêm ] in .
Ew li gor pironav û navdêr û rengdêran wateya wan dikeve darêja dubarekirinê an sînorkirinê û li gor pîşkdêran [ di rewşa dema niha de ] ew darêja wan belû dikin , ango pîşkdêr bêyî van hêmanan serencam nabin  .
Lew re ronakbû ku wateya wan di zimandestûr de [ Paşkok ] digre .
 
PEYVÊN NÎŞANBER :
1- Hin ziman-perwer ji vê peyvê re bi çewtî [ LÊKER ] nav lê dikin .
2-  Mijar-nivîs jî ew yek ji vî partî ye .
3-  Dûrxistuna paşkokan ji peyva pîşkdêrê tenê ew ji bona belûkirinê ye .
4-  Div ê êrê de .

Dabaşa diwemîn :
Li gor peyva [ ÇANDE ] ev peyve ji ku de dest pê dike û çima navê xwe bi vî cureyî dihête lêvkirin ?
Pêşbersiva pirsyarê divê ev gotina be : Erê da ku wateyên peyvên me an têrmînên me yên zimên [ ziman ] di çî de bin , gerek e em baş lê bixwênin û tekez bikin ku çirûkî bi avahiya wan nakeve , belê .
Ev peyva ku nav wisa [ ÇANDE ] hate bersandin bê goman ew bingehek xwe he ye . li ser wê bingehê wê cihê xwe girt , û berî ku em nas bikin bingeha wê çiye divê em vî tiştî berçav bikin , ewe ev  e : CUDAHIYA NAVBERA ÇAND Û ÇANDE .
Bêşwar peyva [ ÇAND ] wateya wê di zimandestûr de rewşa pîşka rabûrde rave dike çê nabe ev bibe navdêr an têrmîn , û [ ÇANDE ] li gor van nimûyên peyvan : şand e , xwende , gote , hêşte , riste , û peyk re bigre , evên ku wisa şûna van navên pîşkan digrin : şandin , xwendin , gotin , hêştin , ristin , û peyk re ta dawiyê , wateya xwe jî beramberî wan peyvên navkirî şûna navê pîşka [ ÇANDIN ] digre , û her weha ev navên [ PÎŞKAR ] jî ji vê çendê re dibin palpişt wek : Çandevan , xwendevan , ristevan û wekî din .
Di vêrê de mêlagbû ku peyva [ ÇANDE ] şûngira navê pîşka [ ÇANDIN ] rêkê pêş wateya peyva [ ÇAND ] ya di darêja pîşka [ rabûrde ] de digre û wê ji ser wateya [ ÇANDIN ] dadixe û nişist dike , bê eran bingeha navê [ ÇANDE ] aşkerebû û ji nu ve gerek  e ti kes ji me ziman-perwer vê rastiyê ji bîr neke .
Dabaşa siyemîn :
LÊKER ev peyva ku di zimandestûr de hin ziman-perwerên me wê [ Pîşk ] dibersînin , ev navkirina wisa şaş e çê nabe PÎŞKAR an KIRAR şûna navê [ Pîşkê ] an [ kirekê ] bigre , erê wateya xwe ji vacê gelekî dûr e , çimku mebesta vê peyva [ LÊKER ] nemaze di ferhengê de ev e : [ 1- Ê ku lê dike an ava dike , avaker an avakar , 2- ê ku wek avê an wek kincekî li tiştekî dike , avlêker an kinclêker 3- ê ku lê bar dike , lêbarker , 4- ê ku dibarîne an dirijîne , rêjer ] .
Lew re pêwîst e ku şûna vê peyvê peyva [ PÎŞK ] an [ KIREK ] bihête karkirin .
Dabaşa çaremîn :
Li gor peyva [ BIRE SER ] evê di rewşa pîşka [ rabûrde ] de ev peyva [ navdêr ] nedihête jimartin û ketiye darêjek nependî ango baş nehatiye şirovekirin .
Lew re divê ev terîma ku wisa bi vî navî nuhujî bihête guhartin û li şûna wê terîmek din bigre ew ji vê ronaktir be û bi nerîna min gerek e ew yek ji van peyvan be : (1)- pîşkber , (2)- pîşkser , (3)- pîşkpêbûyî , (4)- pîşkpêketî , (5)- pêşklêbûyî , (6)- kirekber , (7)- kirekser , (8)- kirekpêbûyî , (9)- kireklêbûyî .

Dabaşa pêncemîn :
CUDAHIYA NAVBERA PEYVA WATEYA XWE NAVDÊR Û YA WATEYA XWE RENGDÊR Bê goman pir peyv wateyên xwe yên zimandestûr bi nav hev ketine û şaş dihêtin lêvkirin û ev yeka jî piraniya xwe di zaravê soranî de cih girtiye û nivîskarên zaravê kurmancî jî mixabin ew jî wisa di nivîsarên xwe de van şaşiyan bikar dihînin .
Belê berî ku em dest bi delameta gotina xwe bikin em dixwazin di vêrê de peyva wateya xwe NAVDÊR ji ya wateya xwe RENGDÊR  cuda bikin :
Peyva ku wateya navdarkirinê dide ew jê re NAVDÊR  dihête gotin , nimûne : Başmêr [ mêrê baş ] , ciwanmêr [ mêrê ciwan ] , çakmêr  [ mêrê çak ] , P B .
Û peyva ku wateya rengdarkirinê  dide ew jê re RENGDÊR dihêt e gotin , nimûne : mêrbaş [ mêr baş e ] , mêrciwan [ mêr ciwan e ] , mêrxas [ mêr xas e ] , li gor zaravê soranî wate destnîşanî NAVDÊR dike lê bi rastî eve şaş e .
Erê û gotina me îcar wê bête ser têrmîn û peyvên lêvkirinên xwe şaş .
Birayên soran wek vê gotinê di axaftinên xwe de bilêv dikin , [ xweş halim ] ev li gor wateya zimên wisa dihête mihandin [ fêmkirin ] : Hal bi xwe rewşa xwe dide xuyakirinê ne  xwedanê ê ku vê axaftinê dike , ya rast ev e : Hal xweşim , ev rave dike ku xwedanê [ hal ] rewşa xwe dide xuyakirinê .
Emê beramberî vê gotina [ xweş hal ] ya soranî rewşek din jî berçav bikin da ku ev yeka baş ji me re aşkere bibe .
Peyvên ji wê re wek nimûne ev in : 1- Bilindkad , 2- pakrewan , 3- mezinmal , 4- xweşjiyan û peyk re bigre , wateya van her yek ev e : 1- kada bilind , 2- rewanê pak , 3- mala mezin , 4- jiyana xweş . xuya ye ku wate di vêrê de ji ya soranî hate cudakirin , ango gotin bi curekî din şirove bû .
Û navên têrmînkirî jî bê goman şaşiyên xwe he ne , jê nimûneyek ev peyva [ Rêziman ] ya soranî evê ku ti wateyê ji axaftinê re geş nake ji ber ku [ Rê ] navdêr e di partê arziyê de ye û [ ziman ] jî navdêr e lê ev xwedanê arziyê ye , lew re biyî ku girêkoka [ ya ] arzîdêr paş peyva [ Rê ] negre wisa bi vî teherî [ Riya ziman ] çê nabe [ Rêziman ] bihête gotin têrmîna rast divê [ Ziman rê ] be li gorî hêmanê têrmînên kurdî yên ku bi piranî peyva arzîdêr paş ya arzîdar digre lap wek vê peyva zimandestûr û wekî din .

                                                  Efrîn li 19 î – 10 - an – 2011

                                                  Ehmedê Îboyê  Beko .


تعليقات حول الموضوع

Rênas | Destên te xwe_ sax bin birayê hêja
Birêz Ehmedê خboyî Beko Karî te li cihê pîrozbûnê ye û bi dîtina ev kesên ku li ser dîwêr sipasiya te dikin hêviyên min pê mezin dibin û ku kar û cefayê te li vala nare ... Her dem Silavên xwe_î û saxî bo te di_înim ... Silav û Rêz ... dem rojên te tim bi Xwe_î û _ahî bin ..
09:31:12 , 2012/01/31

فرزند جعفر إيبو | شكرا
ان هذا العمال الذي قامت بها تعلم اللغة الكردي هو انجاز جميال جدا وشكرا
02:03:23 , 2011/11/18

سيامند | قواعد اللغة الكردية
عن جد انا بشكر كتير جهود الأستاذ أحمد ابيو بكو ,كتير شي حلو انو الانسان يهتم بالدرجة الأولى بلغته الام , بس في الي ملاحظة ويمكن ملاحظة تكون موجه للموقع بشكل غير مباشر والي هو انو هل الملف اذا كان على شكل ملف تحميل عا جهاز الكمبيوتر كان احسن من هيك يعني بلكي الواحد بدو يحفظه عندو عل الكمبيوتر ميشان يستفيد منو اكتر عا جميع الأحوال شكرا كتير للجيمع وبما فيهم بالدرجة الأولى الأستاذ أحمد ايبو بكو
02:01:08 , 2011/11/15

أبو علاء | ....
يرجى الترجمة ايضا بالعربي.
00:07:14 , 2011/11/15

m.saeedbaker | sipas
ez spas dikim bi ser vê kaîi giring û hêvîdarim ku berdewam be Efrin 11-11-2011
16:48:01 , 2011/11/11

juan | dest xwe_
gelek spas ji bo van agahiyên hêja û grîng,hêvîdarê berdewamiyê me
19:33:36 , 2011/10/26



هل ترغب في التعليق على الموضوع ؟

إسمك :
المدينة :
عنوان التعليق :
التعليق :


 
 |    مشاهدة  ( 1 )   | 
http://www.tirejafrin.com/index.php?page=category&category_id=204&lang=ar&lang=ar