الفن والثقافة والتراث هوية الشعوب ... فلنحافظ على تراثنا الفلكلوري الكردي ..... لمتابعة آغاني الملاحم الكردية والتراثية اضغط هنا  ::::   أحبتي زوار موقع تيريج عفرين ..... قريباً سيعود الموقع إلى نشاطه السابق . ::::   آخر لقطات بعدسة تيريج عفرين .... شاهد الصور  ::::    شاهد الآن كليب تيريجن عفرين 4.... تيريج روج آفا - الجزء الرابع  ::::    الوديان في منطقة عفرين ... اقرأ المزيد  ::::    سياحة من تراثنا الشعبي ..... المضافات في منطقة عفرين ودورها الاجتماعي  ::::   أهلا بكم في موقع تيريج عفرين ....... Hûn bi xêr hatin :::: 
EN
Thu - 18 / Apr / 2024 - 19:20 pm
 
 
http://www.tirejafrin.com/site/bayram.htm
الزاوية الأدبية »
PEND Û MÎNOLOKÊN KURDÎ YÊN NÛJEN


PEND Û MÎNOLOKÊN  KURDΠ YÊN  N ÛJEN
حكم وأمثال كردية معاصرة 
=========
Ev mînoloka pêşîn bi awayekî çêrokî di darêja hevpeyvînê de dest pê dike boneya wê ser rojnamevaniya kurdî ye ewe ev e :
Min bi kurdî pirskir tu kî yî ? (Biyî ku ez zanibim ew kurd e) got : Ez rojname me .
rojname --!  Tu bi çi ziman î dipeyîvî ? Got bi vî zimanî ku tu pê bi min re dipeyîvî .
Min got ez Kurd im ma tu jî Kurdî ? wê got : Belê ez jî wek te Kurd im . Tu Kurd î - - !
Tu keça kê yî ? Got : Te navê Miqdadê Midhet Bedirxan bihîstiye ? Belê min bihîstiye - -
Baş e û te navê Hawar jî bihîstiye ?Belê min ev nava jî bihîstiye -- Îca divê tu min nas bikî , ez keça wî me ez Hawar im .
Tu Hawar î tu keça Miqdadê Midhet Bedirxanî ? Belê - - Ha tu û bavê te hûn herdu ser serê min û ser herdu çavan .
Min ew hembêzkir , ez şa bûm û bi şabûna min re dilê min firiya ez li xwe mam - - û min bi xwe re got : Ato kiyê wî bigre û ji min re bihêne ?  Dengê Hawar li guhê min ket min sekir dilê min bi banga wê re xwe bi hindirê sînga min xist û got : Mizgîn ji te re newroz haaaat  - -
***************
 Karwanek bindestan riya xwe berbe azadiyê bir , Bindestker nihêrî û sekir : Tiştek î di dest wî de xuya dibe û ew çavan lê dide û diçe …
Gava ku wî ew tişta naskir ku ewe Rojname ye çav diliyan ling ji ber hev çûn û bi ser kadê de axterme ket .
 ****************
Tabûrek leşkerê dijmin çekê xwe agir û hesin ew ji ber tabûrek dost çekê xwe kovar û rojname reviya .
*****************
Rojname û rûdayiyê bi hev re peyîvin . Rûdayiyê jê re got : Ez ji te zortir im , rojnamê got : Erê gava ku ez tine bim .
******************
Rojname diaxêve , rûdayî bêdeng dibe .
******************  
Eger ku Rêber gel biçav dike û rêkê lê dinimîne , Rojname armanca wî bi cih dihêne .
*********************
Û HÊN WISA JÎ
Rêber rêkê li gel dinimîne , rojname daxwaziya wî dibişîne .
********************       
Nanê daneyan di zik de dipişife û bi derve de diçe , û nanê rojnameyan di serî de cih digre û ronahiyê tê de peyda dike .
**********************
Û  HÊN BI VÎ AWAYÎ JÎ
Nanê daneyan di zik de dipişife û nanê rojnameyan di serî de dimîne û ronahiyê dike .       
******************
Rojname bû çira û ronahî li min da tarî reviya ez berçav bûm û min xwe naskir ku ez Kurd im , serhatiya min bindestî ye , hîngê ramana min geşbû û ji bo serbestiyê berxweda .
*******************
Min olname xwend mejiyê min tevizî ez bi xew ve çûm , û min rojname xwend ramana min geşbû ez agedar bûm .
********************
Warê ku ronahiya rojnamê tê de cih digre tariya nezanîtiye xwe jê dûr dixe .
*******************
Rojname roj e tava xwe li ku derê bide ewê tariya wê derê bikuje .
********************
(( Mijar berdewam e  ))
 Berxwedar  bin
Û dem baş
Ehmedê Îboyê  Beko
EFRÎN 4/2/2012


تعليقات حول الموضوع

dilo | sipasi
em we sipas dikin
12:16:59 , 2012/02/15

Samer Hamo | herbiji
gelek gavek bashe , herbiji u eme li bende berhemen webin
19:39:37 , 2012/02/11

Abulqad1r Dawud | Kéfxa_i ü Spasi
Ez gelek Kéfxa_i bum dema n1fisayén b1 z1mané kurdi tiréjafrin da m1n dit.J1 ber vé va Tiréafrin spas d1k1m ü ez hévidar1m n1fisayén b1 z1mané kurdi p1r derxin1n. N1visar Ehmedé 0boyé Beko gelek spas ü piroz d1k1m ü ez hévid1k1m ku n1visayén b1 z1mané berdewam b1ke.
15:19:02 , 2012/02/07

ciwan | spas
gelek spas ji keda we re ji bo zimane delal
18:41:51 , 2012/02/04



هل ترغب في التعليق على الموضوع ؟

إسمك :
المدينة :
عنوان التعليق :
التعليق :


 
 |    مشاهدة  ( 1 )   | 
http://www.tirejafrin.com/index.php?page=category&category_id=204&lang=ar&lang=ar