Evîna evîn
بقلم الشاعرة هدى محمد
Evîna te wek heyva li ezmana
Çiqas şêrîn e dengê te
Stran bi şevek nalîn
Navê te Efrîn e
Hezkirin bi can û xwîn e
Bextê min bextek yara evîn e
Dilê min kaniye
Dilîze di nêv çiyayên Efrîn e
Nêrgiz şîne li ser çiyayen rengîn
Bi deng û nalîna dilê min
Roja ji min tu dûrî
Hêstir xwîn û birîn e
Ez bandikim bi dengek qêrîn
Şevek tirsiye çavên te xewn e
Şevek zîndana reş e
Şev bi stran derbas nabin
Bi roj xeyala te hezkirina te
Xewa min nayê şev dirêj e
Xema dilê min barek giran e
Mirazê evîna dilê min dûr e
Wek stêrka li ezmana ji min dûr e
Hêsrên çavên min bandikin li ku
Çima tu ji min dûr e ?!
De were siba min ruyê min bikene
10/5/2012